DEM Partî: Li Stenbol û bajarên din em ê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê xebat dewam dikin û partî namzetên xwe eşkere dikin.
Helwesta DEM Partî ya derbarê bajarên mezin yên Tirkiyê de ku dihat mereqkirin îro zelal bû.
Berdevka DEM Partî, Ayşegul Dogan îro derbarê mijarê de daxuyanî da û eşkere kir, ew ê li Stenbolê û bajarên din bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê.

31’ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê hilbijartinên herêmî werin kirin.

Xebatên partiyan ên hilbijartinê jî dewam dikin û namzetên xwe yên şeredariyan eşkere dikin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî jî ku li Bakurê Kurdistanê partiya yekemîn e, heta niha gelek hevşaredarên xwe eşkere kiriye.

Lê ev demeke, derbarê helwesta DEM-Partî yên bajarên mezin yên Tirkiyê niqaş dihatin kirin û nêzîkatiya partiyê dihate mereqkirin.

DEM Partî îro helwesta xwe ya derbarê vê yekê de eşkere kir.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM-Partî Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya Partiyê têkildarî mijarê civîna çapemeniyê lidarxist û biryara partiya xwe eşkere kir.

Ayşegul Dogan, wiha got:

“Me biryar da ku li Stenbolê û bajarên din yên Tirkiyê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê.

Em ê heta 9’ê sibatê zelal bikin bê ka li Stenbol û deverên din ên Tirkiyê bi kîjan namzetan bikevin hilbijartinan.

Em dibêjin êdî ji bo Stenbolê, Tirkiyê û ji bo me, dema DEM’ê ye ango dema wekhevî, azadî, edalet û aştiyê ye.

Berdevka DEM Partî diyar kir namzetiya Başak Demîrtaş jî ku demeke li ser niqaş tên kirin, di rojeva wan de ye.

Back to top button