Li Draguîgnanê bi hezaran kesî banga “rêwîtiya azadiyê” kirin

Li Fransayê ciwanan ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê meşe lidarxistin.
Li bajarê Hambûrg ê Almanyayê jî di çarçoveya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de meş hebû.
Hemwextî van çalakiyan meşa ji bo azadiya Rêber Apo ya li Fransayê jî di roja 13’an de ye.
Li Awûstûryayê jî 14 saziyan ji bo rewşa Rêber Apo li Parlamentoya Awûstûryayê bê nîqaşkirin, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.

Bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê li Fransayê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê meşiyan.

Beriya meşê li ser navê TCŞ’ê Mehmet Kaya axivî û banga tevlîbûna meşa dirêj a ku wê di 9’ê Sibatê de li bajarê Mannheîm ê Almanyayê dest pê bike kir.

Piştî axaftinan girseya gel meş lidarxistin.

Li Toulunê komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Bi heman boneyê li bajarê Toulunê yê Fransayê jî bi hezaran kes ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê meşiyan.

Li Hambûrgê gel ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Li bajarê Hambûrg ê Almanyayê jî di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de hatiye destpêkirin, meşek hat lidarxistin.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hambûrgê Emîn Qoser axivî û diyar kir ku azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e.

Meşa azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Apo li Bobîgnyê ye

Meşa ji bo azadiya Rêber Apo ya li Fransayê jî di roja 13’an de ye.

Meşa ku wê 25 rojan dewam bike îro gihiştin bajarê Bobîgnyê yê Fransayê.

Li Viyanayê ji bo azadiya Rêber Apo stand hat vekirin

Li Awûstûryayê jî 14 saziyan ji bo rewşa Rêber Apo li Parlamentoya Awûstûryayê bê nîqaşkirin, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.

Kampanya wê heta 15’ê Sibatê berdewam bike û piştre pêşkêşî Meclîsê bê kirin.

Meşa mezin ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 3. de ye

Back to top button