Rêvebriya Kampa Holê koma 14’emîn a koçberên Sûrî ji Kampê derxist.
Koma hatiye derxistin ji 265 kes ku ji 81 malbatî ne pêk tên û ji bajarê Dêra Zorê ne.
Endama rêveberiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn li kampê Sîdar Xelef diyar kir piştî ku hemû bergiriyên ewlekariyê ji hêla aliyên eleqeder bi karûbarên koçberan bi dawî bûn û rewşa wan koçberan hate zelalkirin, niha wan ji kampê derdixînin û vedigerînin cih û warên wan.
Sîdar tekez kir ku kesên bixwazin ji kampê derkevin dê navên wan tomar bikin û di rojên pêş de dê komeke din bê derxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku koçberên kampa Holê li gorî biryarnameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 20’ê cotmeha 2020’an de hatibû girtin, têne derxistin.