Dagirkeran zeviyên genim û cih li Şehbayê dişewitînin

Dagirkeriya Tirk li gel qutkirina ava Firatê niha dest bi şewitandina zeviyan li bakur û Rjhilatê Sûriyê kiriye.
Li herêma Şehabyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zeviyên çandiniyê yên şêniyên gundê Um Hoş xistin.
Li Herêma Kobanê jî, dagirkeran ava vexwarinê li ser şêniyan qut kirin

Dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava Firatê û şewitandina zeviyan sûcên xwe yên qirêj li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Îro li herêma Şehbayê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zeviyên çandiniyê yên şêniyên gundê Um Hoş xistin.

Dagirkerên ku li gundê Til Malid ê dagirkirî bi cih dibin agir bi rûberên berfireh ên erdên di navbera gundên Til Malid û Um Hoş ên Şehbayê xistin.

Duh jî artêşa Tirk a dagirker gundê Um Hoş topbaran kiribû û zirarên madî gihiştibû milkên sivîlan.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, şênî ji tirsa êrîşên çeteyên dagirker nikarin şewatê vemirînin.

Dagirkeran zevî şewitandin û ava vexwarinê qutkirin

Li herêma Kobanê jî, duh,çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir bi zeviyên çandiniyê yên rojavayê bajarê Kobanê xistin.

Di encamê de xortimên avê ku ava vexwarinê ji çemê Firatê digihand bajarê Kobanê, şewitîn.

Li gorî xebatkarekî Sazîya Avê ya bajarê Kobanê diyar kir ku bi şewitandina xortimên avê re, dibe ku ava vexwarinê herî kêm du rojan ji ser bajêr qut bibe.

Ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê ku dewleta Tirk ji beriya 3 mehan ve girtiye, Saziya Avê ya Kobanê ava vexwarinê ji şêniyan re bi zehmetî peyda dikir.

Back to top button