Saziyên Komelgeha Xanesorê: Em terka axa xwe nakin

Saziyên komelgeha Xanesor a Şengalê êrişên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Li Şengalê; li dijî xalên kontrolê yên Asayîşa Êzîdxanê êriş û zextên artêşa Iraqê di bin fermandariya hikumeta Kazimî de dewam dike.

Duh artêşa Iraqê êrişî Asayişa Êzidxanê li Sinûnê kir û şer derket..

Îro li komelgeha Xanesorê ya Şengalê daxuyaniyek têkildarê êrîşan hat dayin..

Di daxuyaniyê de hat gotin:

Hikûmeta Iraqê çi ji me dixwaze.

Me bi ti kesî re şer nekiriye. Daxwaza pêkanîna plana Peymana 9’ê Cotmehê dikin û lewra êrîşî zarokên me dikin.

Li Dugurê, li Sikêniyê jî di nav de êrîşên wan berdewam dike.

Lê bila vêna bizanibin, em ti caran terka zarokên xwe nakin. Em terka axa xwe nakin.

Her çiqasî dîwar daynin jî me ji miletê Rojava nikarin qut bikin.”

Back to top button