SZK’ê pirtûka “Rêzimana Kurmancî” derxist

Mizgîniyek bo zimanhezên Kurmancî li Rojavayê Kurdistanê.
Saziya Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan pirtûka “Rêzimana Kurmancî” piştî xebata sê salan gihandine standartekî.

SZK’yê li ser rûpela xwe ya fermî got ku di pêşgotina pirtûkê de ev hatiye nivîsîn:

“Ji bo ku pirsgirêkên heyî çareser bibin û arîşeyên zimanî yên perwerdeyê û qadên dîtir safî bibin, pêdivîya Rojavayê ji her demê bêhtir bi standardên rêziman û rastnivîsî hebû”

Her wekî SZKyê eşkere kir ku ev pirtûka han ji hêla du endamên wê Ferhad Mûsayî û Vîyan Hesen ve hatiye danîn û ji sala 2019an mijûlî vê xebatê dibin.

Li gor wê, “Rêziman Kurmancî” ji 6 beşan pêk tê, ew jî: Dengnasî, morfolojî, ristesazî, watenasî, rastnivîsîn û xalbendî, ne.

Back to top button