QSD’ê li Dêra Zorê dema efûyê heta 15 rojan dirêj kir û bang li kesên ku di fitneyê de çek rakirine kir ku çekên xwe radest bikin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi bîr xist ku dema efûyê ya dirêjkirî ji 20`ê Cotmehê dest pê dike û got:
”Kesên destê wan di fitneyê de hebe, dikarin bi rêya hejmarên telefonê yên ku berê QSD’ê diyar kiribûn, xwe bigihînin hêzê.
Û rewşa xwe çareser bikin û jiyana xwe ya asayî dewam bikin.
Li gor QSD’ê heta niha zêdetirî 100 kesî sûd ji efûyê girtiye. Ji bo yên mayî jî, dema efûyê heta 15 rojan dirêj kir.
Ji bo çareserkirina rewşa kesên destê wan di bûyerên li Dêrazorê de heye, QSD’ê çend hejmarên telefonê diyar kiribûn;
- 0980 988 356
- 0995 025 361
- 0987 390 739
- 0983 298 866
QSD’ê bang li kesên çek rakirine kir ku çekên xwe radest bikin û di dema ragihandî de rewşa xwe çareser bikin.



