Dadgeha dewleta Tirk cezayekî nû yê ‘Disîplînê’ dan Rêber Apo

Dewleta Tirk a dagirker ji bo polîtîkayên xwe yên tecrîdê rewa bike.
Bi navê cezayê ‘disîplînê’ nahêlê parêzer û malbat rêber APO biçin grava îmraliyê.
Derket holê ku dadgeriya dewleta dagirker cezayeke nû ya disîplînê li Rêber Apo birî ye.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo malbat bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê re hevdîtinê bikin, di 10’ê Cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran di serlêdana xwe de xwestin ku malbat hevdîtin bi muwekîlên wan re bikin û ger hebe “cezayekî dîsiplînê” yê nû mînaka dosyeya lêpirsînê bê dayîn û ger “cezayekî” nû hebe divê bê betalkirin.

Dadgeriya Înfazê di 13’ê Cotmehê de bersiva serlêdana parêzeran da û got ku derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên din de “cezayekî dîsiplînê” yê nû heye.

Lê belê nehat gotin ku bê ev “cezayê dîsiplînê” kengî hatiye dayîn.

Dadgeriyê ku hemû daxwazên parêzeran red kir, daxwaza parêzeran a ji bo mînaka dosyeyê jî bi hinceta ku dê “di çapemeniyê de belav bibe” red kir.

Back to top button