Li Qamişlo û Tirbespiyê merasîmên xiyabî ji 2 şehîdên HPG’ê re hat lidarxistin

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo beşdarî merasîmên xiyabî yên şehîd Zîn Doga û Amarkî Egîd bûn ku li Herêmên Parastina yên Medyayê şehîd bûne.

Gerîlaya HPG’ Nûr Silêman bi nasnav Zîn Doga ku di 29’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîmeke xiyabî ji gerîlaya HPG’ê re li dar xist..

Konê sersaxiyê li pêşiya malbata şehîd a li taxa El Xelîc a Qamişlo hat vedan.

Di merasîmê de gelek kes axivî û soza şopandina rêya şehîdan dan û gotin:

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat vxwendin û radestî malbatê hat kirin..

Buşra Obeyd Mihemed bi nasnav Amarkî Şervan Egîd di 31’ê Gulana 2022’an li Zapê şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçey Tirbespiyê jî merasîmeke xiyabî ji gerîlaya HPG`ê Amarkî Şervan Egîd li dar xist.

Di merasîmê de soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.

Back to top button