Li Efrîna dagirkirî 2 xwişk hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku çeteyên ˊPolîsên Sivîlˊ 2 xwişk li gundewarên Efrîna dagirkirî revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwicihî diyar kir ku ji 10 rojan ve çeteyên ˊPolîsên Sivîlˊ 2 xwişk ji gundê Goliya Jorîn ê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî revandine.

Rêxistinê anî ziman ku navên her duyan wiha ne:

Henîfe Silêman Silêman (20) û Zeyneb Silêman Silêman (21), ew her du bi tawana berê bi Rêveberiya Xweser re kar kirine, hatin revandin.

Beriya niha jî ew her du xwişk di 2018ˊan de piştî Efrîn hate dagirkirin ji hêla çeteyên Hemzat ve ku heman gund kontrol dikirin û bi heman tawanê hatin revandin ruxmî ku wê demê temenê wan 15 û 16 salî bûn.

Piştî malbatê fîdye dan çeteyan ew berdan. Lê piştî 5 salan bi heman tawanê ji mala wan ber bi cihekî nediyar ve hatin revandin û aqûbeta wan hîna nayê zanîn.

Li Efrîna dagirkirî jin rûbirûyî revandin û destdirêjiyê tê

Back to top button