Ebdulkerîm Sarûxan: Tirkiye wê demê dixwest doza Kurdî tune bike

Kesayeta welatparêz Ebdulkerîm Sarûxan der barê berxwedana 14’ê Tîrmehê û bandora wê li ser şoreşa Rojavayê Kurdisrtanê nirxandin kir. Ebdulkerîm Sarûxan diyar kir ku wê berxwdan hêvî da gelê Kurd û ji şoreşa Rojava re jî bû bingeh.

14’ê Tîrmehê ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî bû bingeh û bi rihê berxwedêrên wê destkeftiyên mezin hatin qezenckirin.

Der barê berxwedana 14’ê Tîrmehê û bandora wê li ser şoreşa Rojava welatparêz Ebdulkerîm Sarûxan ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Ebdulkerîm Sarûxan dibêje:

“Dewleta Tirk di şexsê berxwedêrên di zindanê de, dixwest doza kurdî tevî tune bike.”

Sarûxan anî ziman ku berxwedana 14’ê Tîrmehê hêvî da gel, ji bo wê tevahiya gelê Kurd xwe lê girt.

Her wiha diyar kir ku berxwedana li girtîgehê wê demê bû destpêka têkoşîna çekdarî li hember faşîzm û deshilatê.

Ebdulkerîm Sarûxan: Ev berxwedan bû bingeha şoreşa 19’ê Tîrmehê

Ebdulkerîm Sarûxan da zanîn ku ​​​​​​​berxwedana 14’ê Tîrmehê bû bingeha Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê.

Welatparêz Ebdulkerîm Sarûxan piştrast kir ew hovîtiya ku wê demê li dijî têkoşeran dihat meşandin, niha bi heman rengî ji aliyê Erdoganê qirker ve li dijî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrî tê meşandin.

Back to top button