Gerîla Avzem Çiya li dijî dijmin bi lehengî şer kir û şehîd bû

Şehîd Avzem Çiya bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re, tevlî refên gerîla dibe û digihêje asta şehadetê.
Dayika Ş. Avzem li ser şehadet û kesayeta keça xwe dibêje:
“Avzem xwedî îradeyeke xurt bû û hêviya min pê hebû.”

Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re bi hezaran ciwanên herêmê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîlayên azadiyê bûn.

Ji wan ciwana ji Tirbespiyê Avzem Çiya bû.

Avzem Çiya bi navê xwe yê din Bêrîvan Cûma 1’ê Çileya 1998’an de li Tirbespiyê ji dayîk bûye.

Dema ku li Rojavayê Kurdistanê şoreş destpê dike, ew tev li Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dibe.

Paşê jî Avzem biryara tevlîbûna nava tevgera azadiya Kurdistanê dide û çîroka wê ya lehengiyê dest pê dike.

Beriya tevlîbûnê, şehîd Avzem nameyekê ji dayika xwe re dinivisîne û tê de wiha dibêje:

“Min ji vê rêyê hez kir û tevlî bûm.

Min rêya ku li ser perwerde bûm, perwerdeya durist hilbijart.

Min rêya ku şehîdan ji me re xêz kiriye, hilbijart.”

Dayika şehîd Avzem, Munteha Xelîl li ser zarokatiya Ş. Avzem dibêje:

“Avzem xwedî îradeyeke xurt bû û hêviya min pê hebû.”

Xwişak şehîd Avzem, Dîlan Cûma da zanîn ku Ş. Avzem bi fikrên xwe cuda bû, kesayeta wê aram bû û bi hêz bû.

Hevala zarokatiyê ya şehîd Avzem Çiya, Perwîn Rêber jî dibêje:

“Ez û Avzem bi hev re di 2012 û 2013’an de tev li Tevgera Ciwanên Şoreşger bûn.”

HPG’ê 22’ê Hezîranê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hevrêya wan Avzem qada Zapê careke din veguherand keleha berxwedanê, rê neda dijmin û li wir bi lehengî şehîd bû.

Back to top button