Meclisa Nûneran a Amerîkayê sînordarkirina firotina firokeyên şer ên F-16’an ji bo Tirkiyê bi 244 dengan sînordar kir û weke hincet jî zêdegaviyên tirkiyê li ser qada hewayî ya Yewnanistanê hate nîşandayîn.
Piştî ku Serokê Amerîkayê Joe Biden got, ew dikarin balafirên F-16 bifroşin Tirkiyê, li Meclisa Nûneran û Kongresa welat, nerazîbûn zêde bûn.
Hejmareke zêde ji sentorên herdû partiyan ji ber pirsgirêka mafê mirovan a li Tirkiyê û geên wê yên li dijî Yewnanistanê li dijî fikra Biden derketin.
Doh ev mijar di meclisa Nûneran a Amerîkayê de hate nîqaşkirin
Di encama nîqaşan de meclisa Nûneran bi 244 dengan biryara Pallone/Pappasê ya ku firotina F-16an ji Tirkiyê ra qedexe dike qebûl kir.
Meclisê diyar kir ku heta gefên li ser Yewnanistanê bidome ev beryar wê berdewam bike.