Artêşa dagirker gundê Til-Temir Eyn Îsa û Şera topbaran kir

Artêşa Tirk doh gundên Til Temir, Eyn Îsa û Şerayê bi dijwarî topbaran kirin.

Artêşa Tirk heta derengiya şevê gundê Tewila yê Til Temirê bi dijwarî topbaran dikir.

Gundên Şiwarxa û Kela Şiwarxa yên navçeya Şera jî hatin armanckirin.

Hate ragihandin ku zêdetirî 20 top li gundê navborî ketine.

Ne tenê li van derveran, li Eyn Îsa jî êrişên dijwar hebûn.

Navenda ragihandina QSD’ê der barê êrişa li ser Eyn Îsayê de ragihand “Doh êvarî artêşa Tirk malên sivîlan yên li navenda navçeya Eyn Îsayê topbran kirin.”

QSD’ê diyar kir di heman demê de rêya M4 li nêzî gundê Mişêrfê jî hat topbarankirin”

Dîmenên li ser ekranê yên êrişa li ser malên sivîlan in.

Tê de zirara ku di êrişên dewleta Tikr de lê bûye, diyar dibe.

Back to top button