Berdevka Ragihandinê ya YPJ’ê Rûken Cemal: 8 çeteyên din di kampa Holê de hatin girtin

Berdevka Ragihandinê ya YPJ’ê Rûken Cemal ji Ronahî TV re ragihand ku duh bi şev 8 çeteyên din di hindirê Kampa Holê hatin girtin.

Îroj, qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewheliyê di roja sêyemîn de di hindirê Kampa Holê de didome.

Berdevka Ragihandinê ya YPJ’ê Rûken Cemal di bernameya Îroj a Ronahî TV de ragihand ku ji bilî 21 çeteyan, duh bi şev 8 çeteyên din jî di hindirê Kampa Holê de hatine girtin.

Rûken Cemal îşaret bi wê yekê kir ku hin ji van çeteyan bi operasyonê taybet ên YPJ’ê û hin jî bi operasyonên hevbeş hatine zeftkirin.

Li gor wê, hin ji wan jinên ku perwerdeya tundirewiyê didan zarokan jî hene.

Berdevka Ragihandinê ya YPJ’ê her wiha got ku vê gavê operasyon di hindirê beşê muhacîrat de bi rê ve diçe û gihaştiye dawiya wî beşî.

Duh jî Hêzên Asayîşê ragihandibû ku di encama operasyona 2 rojan de, 21 kesên ku têkliya wan bi DAIŞ’ê re hebû hatin girtin.

Ev oerasyon roja 27ê çileyê bi armanc rêgirtina li ber xeteriya DAIŞ’ê ji hêla Asayîş, YPJ, QSD’ê û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî hatibû destpêkirin.

Back to top button