Li herêmên hikûmeta Şamê 61 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên hikûmeta Şamê, di 24 saetên dawî de 61 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.

Duh Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ev bîlançoya dawî ragihand û eşkere kir ku 61 kesên din jî bi vîrûsa Coronayê ketin .

Bi van daneyên dawî re jî, li herêmên hikûmeta Şamê heya niha hezar û 60 kes bi Coronayê ketine, ji wan 311 baş bûne û 48 jî mirine.

Li seransere cîhanê jî daneya pêketina vîrûsa Corona 19 milyon derbas kir û hîna jî vîrûs bilez belav dibe.

Back to top button