Rêveberiya Xweser: Em girtina Silêman Ehmed şermezar dikin

Rojnameva Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin ev 97 rojin agahî jê nayê girtin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Kiryarên PDK’ê ne yasayî ye û divê Silêman demildest serbest were berdin.”

Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî revandina rojnamevan Silêman Ehmed li ser malpera xwe daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser agahî negirtina ji Silêman Ehmed şermezar kir û wiha got:

“Niha welatiyekî me bê sedemek hebe hatiye girtin.

Em teqez dikin ku rêbazên bi vî awayî ne li gorî hemû nirxên exlaqî û qanûnî ne.

Her wiha ew tedbîreke bêserûber e û bi temamî em wê red dikin.”

Silêman Ehmed 97 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

Rojnamevan Silêman Ehmed şêniyên bajarê Efrînê ye ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk bi neçarî koçber bû.

25’ê Cotmeha 2023’an dema vedigeriya ser karê xwe yê li ajansa Rojnews a navenda xwe li başûrê Kurdistanê ye, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Ev 97 rojin agahî ji Silêman nayê girtin.

Rêveberiya Xweser banga berdana Silêman Ehmed kir

Rêveberiya Xweser bang li Asayîşa PDK’ê kir ku cihê wî diyar bike û demildest serbest berde.

Her wiha bang li saziyên çapemeniyê û hiqûqî hate kirin ku erkê xwe bicîh bînin.

Ji bo rojnamevan Silêman Ehmed wê serlêdana sûc bê kirin

Parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed jî diyar kir ku hemû serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê ji aliyê PDK’ê ve hatine redkirin û got:

“Em ê li Dadgeha Federal serlêdana sûcê bikin.”

96 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button