Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) derbarê 4 girtiyên siyasî yên Kurd ku ji aliyê rejîma Îranê we hat îdam kirin daxuyanî da.
PJAK’ê got: “Beriya ku hewlên Îranê yên darvekirinê pêkbê, divê helwestek exlaqî û demokratîk bê nîşandan.”
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li dijî hewldanên Îranê yên darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd daxuyaniyek da.
Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:
“Agahiya darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navên Pajman Fethî, Mohsen Mazlûm, Wefa Azerbar û Mihemed Feremerzî li girtîgeha Evîn a Tehranê, ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê û azadîxwazên Îranê bûye cihê xemgîniyê.
Ji bo pêşîgirtina li darvekirina van girtiyên siyasî, divê yekitiya gelê me, azadîxwaz û çalakvan xebateke cidî bidin destpêkirin.
Li hemberî hewldanên darvekirina girtiyên siyasî yên Îranê, beriya ku pêk were divê helwesteke wijdanî, exlaqî, siyasî û demokratîk bê nîşandan.
PJAK’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha bahsa rejîma Îran’ê kir:
“Hejmara darvekirinan li Îranê pir zêde bûye.
Xeyala dewleta Îranê ya paşguhkirina dengê xwepêşanderan li dijî vê kiryara nemirovane belav bûye.
Bêguman di nebûna helwesta gel û azadîxwazan de komara darvekirinê zêdetir van kiryarên nemirovane pêk tîne.
PJAK: Divê darvekirinê n li Îran werin rawestandin
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di dawî ya daxuyaniya xwe de bang li gel kir û got:
“Rewşa heyî wê pêwîst dike ku gelê me, azadîxwaz û çalakvanên me bi kampanyayên xwe dengê xwe li dijî tawanên vê rejîmê bilind bikin.
Di çarçoveya şermezarkirina tund a pêla nemirovane ya rejîma faşîst a Îranê de, em bang li tevahiya gelê xwe, çalakvan, beşên civakê û girseya gel dikin ku bi pêngav û çalakiyên xwe yên aktîf bersivê bidin komara darvekirinê.
Her darvekirin zerareke ku nayê vegerandin ji bo hebûn, rûmet û azadiya civak û neteweyan. Divê werin rawestandin.”