Rejîma Îranê 4 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

Rejima Îranê siyaseta îdamê li dijî Kuran û gelên din yên li Îranê didomîne.
Hat ragihandin serê vê sibê 4 girtiyên din ên Kurd bi îdiaya “Hevkariya bi Îsraîlê re” û “sîxurtiyê” hatin darvekirin.
Li gorî daneyan di nava vê mehê de 24 kes ji aliyê rêjima Îranê ve hatine darvekirin.

Rejima Îranê hemû deriyên xwe li demokrasî, azadî û mafên mirovan girtiye bi siyaseta zext û îdamê hewl dide civakê bitepisîne.

Di serî de Kurd li dijî gelên Îranê bi hêcet û îdiayên cuda darvekirinê weke zextekê bikartîne.

4 girtiyên din ên Kurd li ser îdiayên “Hevkariya bi Îsraîlê re” û “sîxurtiyê” hatin darvekirin.

Welatiyên Kurd yên bi navê Mohsen Mazlûm, Mihemmed Fara-marzî, Wefa Azar-bar û Pejman Fatehî yên 19 meh in girtî bûn, îro danê sibê hatin darvekirin.

Li gorî agahiyan girtiyên Kurd duh bi malbatên xwe re cara ewil û dawiyê hevdîtin kirine.

Pişt re ew ji Girtîgeha Evînê birine Girtîgeha Qzalhîsar a li Karajê û li wir hatin darvekirin.

Li Îranê di nava vê mehê de 24 kes hatin darvekirin

Di Kanûna 2023’an jî bi heman hêcetan 5 kes û 14’ê vê mehê de jî 6 ciwanên Kurd ên bi navê Ehmed Letîfî, Ekber Xuremtaş, Emîr Hisên Melekî, Elî Ekber Muradyan, Hadî Nezerî û Elî Mîrî yên ku xelkê Kirmaşan, Hersîn û Sehne hatibûn darvekirin.

13’yê Çile jî ciwanek Kurd yê bi navê Reza Heyderî yê xelkê Xurmawa ya Loristanê hatibû bidarvekirin.

Li gorî daneyan ji destpêka vê salê heta niha 24 kes ji aliyê rêjima Îranê ve hatine darvekirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Îranê, di nava sala 2023’an de jî li Îranê 823 kes hatine darvekirin.

Back to top button