Navenda Metro: Pêwîste parêzer biçin gel rojmamevan Silêman Ehmed

Rêveberê Navenda Metro ya parastina mafên rojnamevanan têkildarî revandina rojnamevan Silêma Ehmed diyarkir ku tişta ew pê tê sûcdarkirin çi dibe bila bibe lê divê parêzerên wî pêre hevdîtinê bikin.

Têkildarî kiriyarên PDK’ê li dijî Silêman Ehmed Rêveberê “Metro Center” Diyarî Mihemed di civîneke çapemeniyê de daxuyaniyek da.

Diyarî Mihemed binpêkirinên li dijî rojnamevanan yên di sala 2023’an de anîziman û got:

“Mixabin rojnamevan Silêman Ehmed heta niha windaye û rê nayê dayîn parêzer û malbata wî pêre hevdîtinê bikin.

Tişta ku ew pê tê sûcdarkirin çi dibe bila bibe, li gorî zagonê divê parêzerên wî pêre hevdîtinê bikin.”

Back to top button