Hêzên Sûriyeye Demokratîk bi çalakiyên bi bandor ve derbên mezin şaneyên DAIŞ’ê dixîne
Li gundewarê Dêrezorê, Yekîneyên Antî-Teror ên QSD’ê, bi operasyonek taybet ve emîrê şaneya DAIŞ’ê yê şaneyan bi çek dikir û rêxistin dikir kuşt.
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî çalakiya xwe ya li dijî emîrê DAIŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî da:
Hêzên me yên Antî Terorê bi operasyonek taybet ve li dijî emîrê rêxistina “DAIŞ a terorîst” yê bi navê Ebû Umer El-Sûrî çalakiyek bi bondor li gundê Riz ê girêdayî herêma Bisêra yê Dêrazorê pêk anî.
Di encama çalakiyê de Ebû Umer El-Sûrî hate kuştin.
Ebû Umer El-Sûrî berpirsê biçekirina şaneyên veşartî bû, ji civînekê vedigeriya û ji bo êrîşên nû li herêmê plan dikir.
Tê texmînkirin ku kuştina Ebû Umer El-Sûrî êrîşên terorîst li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kêm bike.
Beriya niha jî li Minbicê şaneyek DAIŞ’ê 18 kesî hatibûn girtin.