Mafnas Thomas Schmidt: Divê CPT di mijara Îmraliyê de çalak be

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafê Mirovan a Cîhanê û Demokrasiyê yê Ewropayê (ELDH) Thomas Schmidt diyar kir ku CPT ji ber sedemên polîtîk raporên têkildarî Îmraliyê parve nake û got: “CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene.”

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiyê yê Ewropayê (ELDH) Thomas Schmidt têkildarî serdanên CPT’yên Îmraliyê ku rewşa li wir ranaghîne axivî.

Thomas Schmidt da zanîn ku sedema parvenekirina rapora giştî ya têkildarî serdana li Îmraliyê ya CPT’yê polîtîk e û wiha got:

“Raporên CPT’yê dikarin ji bo şopandinên dadgehên neteweyî û Dadgeha Mafên Mirovan ên Ewropayê (DMME) weke delîl bên nîşandan.

Li gorî xala 7’an a peymanê, CPT di mercên taybet de dikare biçe serdanê û serdana wê ya dawî li Îmraliyê di navbera 20-29’ê îlonê de jî ev merc in.

CPT’yê jî qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene û ev rastî nîşanî raya giştî da.

Di dema serdanê de şande bi rayedarên hikûmetê re civiya û çavdêriyên xwe parve kir.”

Parêzer Schmidt bi lêv kir ku pirsgirêka tecrîdê ya li Îmraliyê pirsgirêkeke pir berfireh e û got:

“Hewcehî bi çareseriyeke siyasî heye.

Çareserî ne li Konseya Ewropayê yan jî li Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Di vê mijarê de peywireke mezin dikeve ser milê çapemenî û civaka sivîl.

Saziyên Ewropî û yên navneteweyî tenê dikarin bibin alîkar.

Tişta ku CPT dikare bike ew e ku li gorî hêjmara 2 a xala 10’an bi daxuyaniyekê raya giştî agahdar bike.

Bi vê daxuyaniyê dikarin rewşa li Îmraliyê bi hûr û kûr bêjin û eşkere bikin ku hikûmeta Tirkiyê ev demekî dirêj e li gorî pêşniyarên wan tevnagere.

Divê CPT û Komîteya Wezîran di mijara hevdîtina Abdullah Ocalan û girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re tavilê bi roleke çalak rabin.”

Back to top button