Hêzên Asayişê li Reqayê belavkarekî madeyên hişbirê girt

Di serdegirtinekê ya hêzên Asayişê de li bajarê Reqayê belavker û bikarhênerek hişbirê hate girtin.

Operasyonên hêzên Asayişê yên li dijî belavkar û bikarhênerên maddeyên hişbirê dewam dike.

Di vê çarçoveyê de Hêzên Asayişê ragihand ku wan li Reqayê belavker û bikarhênerek girtiyê û ev agahî dan:

Di encama operasyonên hêzên dijî madeyên hişbir yên didomin de piştî şopandin û bi destxistina belgeyan hêzên me kesek girtin.

Asayişê da zanîn bi kesê belavkarê madeyên hişbirê re gelek amûr, materyalên pê re jî hatine girtin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Asayişê careke din teqez kir ku ji bo parastina civak û çanda wê hêzên wan wê têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button