Şehîd Dilxwaz bi merasîmeke bi heybet li Şedadê hate oxirkirin

Li Şedadê bi merasîmekê şervanê QSD’ê şehîd Dilxwaz ku di operesyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de şehîd bûbû hate oxirkirin.
Her wiha şêniyên Hesekê jî sersaxî dan malbata şehîd Muhîb û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destketiyên wan dan.

Di 29’ê Tebaxê de li Bisêrayê şervanê QSD’ê Şeilan El Herwe ‘Dilxwaz’ şehîd bû.

Îro şehîd Dilxwaz li navçeya Şedadê ya Hesekê bi merasîmekê hate oxirkirin

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ebdulmecîd Etiyê axivî û got:

“Şehîdê leheng ji bo ku em û nifşê bê jiyaneke ewle bijîn xwe feda kir.

Em ê heta pêkanîna armancên wan li ser rêya wan bimeşin.”

Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên jî der barê lehengiya şehîd Dilxwaz de ev tişt anî ziman:

“Şehîd Dilxwaz dema ku ev xak diparast şehîd bû, divê em jî rêya wî û tevahî şehîdan bişopînin, serkeftinên xwe û rûmeta gelê xwe biparêzin.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şêniyên Hesekê sersaxî dan malbata şervanê QSD’ê şehîd Muhîb

Di 31’ê Tebaxê de jî şervanê QSD’ê Uweys Îbrahîm bi nasnav ‘Muhîb’ di operesyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de şehîd bûbû.

Îro şêniyên Hesekê bi girseyî sersaxî dan malbata şehîd Muhîb.

Li bin konê sersaxiyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hirês axivî û tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anî û got:

“Ya li Dêrazorê rû dide komployeke li ser herêmê ye û armanc jê şikandina îradeya gelê wê ye.

Em soz didin şehîdên xwe ku em ê rêya wan bişopînin û destkeftiyên wan biparêzin.′′

Endamê Komîteya Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Hesekê Zîban Îbrahîm jî wiha got:

“Bûyerên niha rû didin ji aliyê dewleta Tirk û hêzên dijber ve hatiye sazkirin.

Bi vê yekê dixwazin fitneyê di navbera gelê herêmê de derxin, lê gelê herêmê dê li hember van planan bisekine û wan pûç bike.

Back to top button