Înîsîyatîfa Kurdistanê biparêze bang li Ewropayê kir ku bêdeng nemînin

Bi armanca avabûna eniyekê dijî dagirkeriya Tirkiyê, Înîsiyatîfa Navnetewî ya Kurdistanê Biparêze tevgera xwe li Başûrê Kurdistanê didomîne.

Înîsîyatîfê bang li dewletên Ewropî kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û pêşiya şerekî navxweyî beriya çend rojan Înîsiyatîfa Navnetewî ya Kurdistanê Biparêze hate avakirin.

Înîsiyatîfa Navnetewî ya Kurdistanê Biparêze ev demeke li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe didomîne.

Înîsiyatîfê duh li Kunemasî serdana malbateke ku bibû armanca bombebarana dewleta Tirk kir.

Dewleta Tirk di heman wexta serdana înîsiyatîfê de li gundê Gelale yê Silêmaniyê tirimpêleke sivîl kir armanc ku tije sivîl bû.

Piştî êrîşê Înîsiyatîfê bi daxuyaniyeke êrîşa şermezar kir û bang li dewletên Ewropî kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Însiyatîfa parastina Kurdistanê serdana komeleya zehmetkêşan a Kurdistanê kir

Her wiha îro Înîsiyatîfa Navnetewî ya Kurdistanê Biparêze çû gundê Rizgarî ya herêma Qeredax û serdana Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê kir.

Ji rêveberên Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Newid Mihrawerd diyar kir ku ew piştgiriyê didin hewldanên şandeyê.

Hevdîtineke din jî bi rêxistina Komala re hate kirin ku li Rojhilatê Kurdistanê kar dike.

Ji rayedarên partiyê Riza Kabe diyar kir ku li Rojhilata Navîn sîstema emperyalîst-kapîtalîst gelan berdidin hev û têkoşîna hevpar a li dijî vê yekê şert e.

Kabe destnîşan kir ku Kurd wê çar parçeyan azad bikin û welatekî ava bikin.

Serdana şandeya aşitiyê ya ji bo Şengal û Mexmûrê hate astengkirin

Înîsiyatîfa Navnetewî ya Kurdistanê Biparêze îro di saetên sibehê de bi şêwazê du koman xwestin serdana Şengal û kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bikin.

Şandeya Mexmûrê li Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate astenkirin.

Bi heman awayî destûr ji bo koma ku xwestin biçin Şengalê jî ne hate dayîn.

Endamên şandeyê diyar kirin tevî hemû hewldanên wan jî hêzên Iraqê destûr ne dane serdana Şengal û Mexmûrê bikin û weke sedem jî nebûna vîzeya Iraqî dane nîşan.

Herdu şande careke din vegeriyan bajarê Silêmanî.

Back to top button