Wezareta Dadê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiribû parêzer piştî runiştinên dadgehan li ser biryar û rewşa dadgehê ti daxuyaniyek nedin çapemeniyê.
Parêzerên doza girtiyên Behdînan jî bertek nîşan dan û gotin:
“Dema ku em bizanin wê dozek rewşa xwe biguhere, em ê raya giştî jê agahdar bikin.”
Parêzerê doza girtiyên Behdînan Herêm Refhet li ser mijarê ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got:
Niha rewabûna Sendîkaya Parêzeran nemaye.
Li gel vê jî biryarên ecêb didin.
Weke parêzer bi ti awayek veşartî me qala navê ti kesî, polîs û dadger û serdozger nekiriye.
Tenê me qala nêzîkbûna wan kiriye.”
Herêm Refhet anî ziman ku ji bo berjewendiyên civak , xelkê Kurdistan û serweriya dadgehê eger ji kar were durxistin jî tişta pêwist wê bike.
Wezareta Dadê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê, 14’ê Hezîranê bi nivîseke fermî daxwaz ji Sendîkaya Parêzeran a Herêma Kurdistanê kir ku êdî parêzer piştî runiştinên dadgehan li ser biryar û rewşa dadgehê ti daxuyaniyek nedin çapemeniyê.