35 Endamên kongreya Amerîkayê name ji Biden re şandin

35 endamên kongreya Amerîkayê nameyek ji serok Biden re şandin û jê xwestin balafirên şer yên F-16 nefiroşin Tirkiyê.
Di nameyê de tê gotin bi balafirên pêşketî yên ku ji bo Tirkiyê bên firotin wê li herêmê hê zêdetir kesan bikujin û rê li ber hilweşînê vekin.

35 endamên kongreya Amerîkayê nameyek ji serokê welat Joe Biden re şandin û jê xwestin balafirên şer yên F-16 nefiroşin Tirkiyê.

Di nameya ku di 8’ê tîrmehê de hate şandin de wiha hat gotin:

“Di civîna NATO’yê ya di 30’ê hezîranê li Madrîdê de we nirxandinên ku 70 F-16’an firoşin Tirkiyê û başkirinên mekanîk kirin. Ji ber vê axaftinê em gelek bifikarin.

Em bi tundî dixwazin ku ev firotin were redkirin. Ji ber ku Tirkiye peymanên xwe yên ji bo DYA û NATO’yê binpê dike û ev tê wê wateya xelatkirina Tayyîp Erdogan ku li hundir û derveyî welat binpêkirinên giran ên mafên mirovan dike.”

Di nameyê de qala komkujiyên ku dewleta Tirk bi çekên Amerîkayê pêk anîne hat kirin û wiha hat dewam kirin;

“Hêzên tirk û yên girêdayî wan, gelek caran li Iraq, Sûriye û Qerebaxê bi çekên DYA’yê sivîl hedef girtin û sûcên şer kirin.

Firotina balafirên şer ên pêşketî ji bo Tirkiyê, wê bike ku Erdogan li herêmê bêhtir kesan bikuje û rê li ber hilweşînê veke.

Divê were zanîn ku weke endamên kongreyê, ji bo betalkirina vê ya ji destê me tê em ê bikin. Divê DYA piştgiriyê nede Tirkiyeyê ku herêmê bêîstîqrar dike.”

Nameya ku 35 endamên kongreyê îmzeya xwe li binî danîne di heman demê de ji Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken û Wezîrê Parastinê Lloyd Austin re jî hate şandin.

Back to top button