Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê : Divê NY sînorekî ji zehmetiyên penaberan re dayne

Îro Roja Penaberan a Cîhanê ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê diyar kir ku penaberên Sûriyê yên li kampan, di nava xetereya tenduristî, civakî û psîkolojîk de dijîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûrî jî bang li NY`yê kir ku li hember koçberên Efrînê, erka xwe yên exlaqî pêk bînin.

Bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê ya 20`ê Hezîrana, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navenda Komseriya Penaberan a NY`yê a bajarê Qamişlo bi amadebûna dehan koçber û penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hate xwendin.

Rêxistinê destnîşan kir alozî û şerê li Sûriyê ji destpêka 2011`an û heta roja îro bû sedema bi milyonan kes ji bajar û malên xwe derkevin.

“Li dehan kampên li Sûriyê de, bi hezeran koçberên bi darê zorê ji mal û bajarên xwe derketine û di nava xizanî, nexweşî, tunebûna av û xwarinê de dijîn û ji mafên herî biçûk bê parin.”

Di daxuyaniyê de, bang li rêxistinên herêmî û navneteweyî yên karûbarên penaberan û NY`yê hate kirin ku bi taybet li Sûrî, erka xwe pêk.

dîmen di kamîra de ye

Mafê Mirovan a Efrîn: Divê ny erka xwe li hember penaberên Efrînê pêk bîne

Her wiha Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Suriyê jî bi boreya rojê daxuyaniyek li kampa serdemê ya li Şehbayê da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser rewşa koçberên Efrînê yên bi darê zorê ji Efrînê hatine koçber kirin û bêdengiya cîhanê li ser kiriyarên dagikeran.

Di dawiyê de bang li rêxistinên mefê mirovan hate kirin ku bi erkên xwe yên exalqî rabin û alîkariyê bidin da ku ev zehmetî bi dawî bibin.

Back to top button