MSD: Îtîlaf girêdayî berjewendiyên dewleta Tirk e û tiştekî ji Sûriyê re nake

Serokê “Îtîlafa Sûriyê” Nesir El-Herîr hefteya derbasbûyî bang li dewleta Tirk kiri bû ku bi destwerdana leşkerî derbasî hemû herêmên Sûriyê bibe.
Hevseroka MSD’ê Emîne Umer diyrar kir ku Îtîlafa Sûrî girêdayî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker e û tiştekî ji gelê Sûriyê re pêşkêş nake.

Emîne Umer di civîna Nivîsgeha Jinan a MSD’ê de têkildarî mijarê axivî û wiha got:

Îtîlaf ji destpêka ku bûye kaxezek di destê dewleta Tirk de.

Tirkiye Îtilafê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û tu tişt ji gelê Sûriyê re nekiriye.

Emîne piştrast kir ku ew van bangan red dikin û ev bang binpêkirineke qanûnên navneteweyî ye.

Hevseroka MSD’ê Emîne Umer di dawiyê de diyar kir ku MSD ji bo hevbeşiya nêrînên hêzên muxalif û demokratîk bi rêya lidarxistina kongreyan, heta çareserkirina aloziya Sûriyê bi hevkariya navneteweyî dixebite.

Back to top button