Jimara Ziyaretvanên Erbeînê 22 milyon derbas kir

Bi hezaran heciyên misilman ên şîe beşdarî merasîmeke şînê li Perestgeha Îmam Husên, neviyê Pêxember yê Kerbelayê kom bûn.
Jimara kesên serdana Mezargeha Îmam Huseyîn kirî 22 mîlyon derbas kir.

Mezargeha El-Ebbas bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan bi rêya sîstemeke elektronî jimara kesên hatine mezargehê tesbît kiriye.

Hate îdiakirin ku heta niha bêtirî 22 mîlyon kesî serdana mezargehê kirine.

Piraniya kesên serdan kirîn, ji bajarên Bexda, Necef, kerbela û Babîlê ne.

Bi milyonan kes ji bo merasîma Çilê Îmam Hisên a ku piştî Cejna Aşûrayê ye çûne bajarê Kerbelayê yê Iraqê.

Kuştina Îmam Hisênê neviyê pêxember Mihemed û 72 kesên pê re di 10’ê Cotmeha 680’î de her sal di Roja Aşûrayê de tê bibîranîn.

40 roj piştî Roja Aşûrayê vê carê jî merasîma Çilê Îmam Hisên tê lidarxistin.

Her sal hejmara mêvanên ku ji bo merasîma Çilê Îmam Hisên diçin Iraqê zêdetir dibe.

Back to top button