Almanya-Ciwan ji bo azadiya Rêber Apo di roja 3. dimeşin

Meşa “Rêwîtiya Azadiyê” ya ciwanên Kurd û enternasyonalîst ku ji bo azadiya Rêber Apo hate destpêkirin di roja 3’yemîn de dewam dike .

Ji gelek welatên Ewrûpa ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin.

Ciwanên ku ji Dortmûndê heta Bochûmê bi 25 kîlometreyan meşiyan, doh ji bajarê Essenê jî bi qasî 18 kîlometreyan meşiyan.

Meş dê 8 mehê li Mulheîmê bi dawî bibe

Jin ên ciwan jî di meşê de pankarta ‘Jin, Jiyan, Azadî, bi ser bixîne azadî’ hildan.

Tê payîn meş di 8’ê Îlonê de li bajarê Mulheîmê bi dawî bibe.

Back to top button