YJA Star berxwedana 50 rojî silav kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê berxwedana mezin a li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl ku 50 roj in dewam dike û çalakiyên serketî yên dema dawî silav kir û got:”Berxwedana Rêbertî û Gerîla êrişên rejîma faşîst têk bir”.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo gerîla û fermandarên YJA Starê yên li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl daxuyaniyek weşand.

YJA Starê got:

Rejîma şer a AKP-MHP’ê ya faşîst ku nêzî sê sal in hewl dide çar aliyên Kurdistanê bi taybetî jî Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike-

Li hemberî van êrişên faşîzmê, ji bo jiyana azad û bi rûmet, gerîlayan bi berdêlên giran berxwedaneke mezin kirin û bi şerê xwe armancên dijmin têk birin.

Di şexsê hevalên Yildiz, Robîn û Kawa de şehîdên vê berxwedana pîroz hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

“Berxwedana rêbertî û Gerîla êrîşên rejîma faşîst têk bir”

Di daxuyaniyê de YJA Star wiha anî ziman:

Paradîgma û felsefeya Rêbertî dermanê hemû nexweşiyên serdemê ye. Faşîzma AKP’ê ku weke encama tirsa ji vê paradîgma û felsefeyê hate afirandin, beriya her tiştî êrişî Rêbertî kir.Gerîlayên ku xwe ji aliyê taktîk û rêbazê ve nû kirin, nîşan dan ku jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nakin û wê azadiya fîzîkî teqez pêk bînin.

“50 Roj in berxwedaneke bêeman tê meşandin”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de berxwedana gerîla ya mezin hat silav kirin û hate gotin:

Di nava 50 rojên derbasbûyî de bi tîmên bi tevger rêbazên êrîşê, serdegirtinê, lêdanê, sûîqestê, sabotajê û çekên giran bi taktîkên afirîner hatin bicihanîn, di berxwedana tunelan de di serî de sûîqest her cûre taktîk hatin bikaranîn û her roj derb li dijmin hate xistin.

YJA Starê diyar kir ku ew hemû şervan û fermandaran pîroz dikin ku di nava 50 rojî de bi rêbaz û biryardariya Zîlan çalakî plan kirin û pêk anîn, bi vî rengî sekn û aqlê jinê ya azad nîşan dan.

Têkoşîna me wê heta bicihanîna paradîgmaya Rêbertî ku rêya yekane ya jiyana jinan û gelên bidest e, dewam bike. Di vê têkoşînê de jî ji we re serketinê dixwazin.

Back to top button