Pernille Frahm: Cihê PKK’ê ne ew liste ye

Bertek û bangên gel li hundur û derveyî welat ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê zêde dibin. Ji endamên berê yên Parlamenta Ewropayê siyasetmedara Danîmarkî Pernille Frahm diyar kir ku ‘lîsteya rêxistinên terorê’ li gorî berjewendiyên cîhana rojava tê amadekirin û got, divê PKK ji lîsteyê bê derxistin.

Pernille Frahm derbarê mijar ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku qedexeya li ser PKK’ê ‘Xelatek ji bo Tirkiyeya Erdogan e.”

Frahm da zanîn ku ‘lîsteya terorê’ li gorî berjewendiyên cîhana rojava hate amadekirin û destnîşan kir, ku bi guhertina berjewendiyan re lîste jî nû bû.

Frahm anî ziman ku lîsteyên terorê yên li welatên rojavayî têne avkairin ne li gorî ‘tirsê’ têne avakirin û got:

“Lîsteya terorê ne lîsteya ji wan koman e ku divê em jê bitirsin.

Ev yek lîsteyeke ji dijminên ‘dostên’ stratejîk ên Amerîka û Ewropaya Rojava ye.”

Frahm dawiyê destnîşan kir ku Salên dawî ev rewş diguhere, bi dîtina min têkoşîna edalet a ji bo PKK û Kurdan wê bi ser bikeve.

Back to top button