Saziyên Ragihandinê yên Kurd jî ji ber şehadeta rojnamevanê şoreşger Seyîd Evran peyamên sersaxiyê weşandin.
Yekîtiya Ragihandina Jin û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê diyar kirin ku Seyîd Evran jiyana xwe xist xizmeta têkoşîna azadiya gelê Kurd û çapemeniya azad.
Saziyên Ragihandina Azad ji ber şehadeta Rojnamevanê Şoreşger Seyîd Evran peyamên sersaxiyê weşandin.
Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) ji ber şehadeta Seyîd Evran daxuyaniyek da û sersaxî ji malbata wî, gelê Kurd û rojnamevanên çapemeniya azad ya Kurd re xwest.
YRJ`ê diyar kir ku şehîd Seyîd Evran, ji bo avakirina ragihandineke rastîn û şoreşgerî li Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha damezirînerê ragihadina azad şehîd Mazlûm Dogan û rêgeza ragihandina jina azad a şehîd Gurbetllî Ersoz gavên mezin avêtin û wiha got,
“Bi xemgîniyeke mezin me agahiya şehadeta rojnamevanê şoreşger Seyîd Evran bihîst. Seyîd Evran, xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna şoreşger a lêgerîna rastiyê ye.
Seyîd Evran jiyana xwe kir xizmeta têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat têkoşîneke bêhempa meşand.”
YRJ’ê diyar kir di danasîn û ragihandina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de Seyîd Evran xwedî roleke girîng bû û wiha dewam kir;
“Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê re, Seyîd Evran berê xwe da Rojava ji bo ku rastiya şoreşa demokrasiyê ragihanîne.
Yek ji damezrînerê Ragihandina Azad a Şoreşgerî ya Rojava ye. Bi dehan rojnamevanên mîna Şehîd Dilîşan Îbîş û Nûjiyan Erhan perwerde kir ku xeta berxwedanê şopandin.”
Di dawiya daxuyaniyê de Yekîtiya Ragihandina Jin soza meşandina têkoşîna Seyîd Evran û şopandina rêgeza çapemeniya azad û demokratîk da.
DFG: Bîranîna Seyîd Evran wê di têkoşîna çapemeniya azad de bijî
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî mirina Evran daxuyaniyeke nivîskî weşand.
DFG’ê di daxuyaniya xwe ya bi serenavê “Bîranîna Seyîd Evran wê di têkoşîna Çapemeniya Azad de bijî” weşand de wiha got:
“Me bi xemgîniyeke mezin nûçeya şehadeta hevrêyê xwe yê rojnameger, xebatkarê Çapemeniya Azad Seyîd Evran, wergirt.
Seyît Evran jiyana xwe da têkoşîna azadî ya gelê Kurd. Bi pênûs û kameraya xwe tiştên ku li seranserê Kurdistanê diqewimîn tomar kir.
Seyît Evran ê ku tevî hemû zehmetiyan qadên şer terk nekir, di salên 1990’î de meşa pîroz a ku bi Gurbetellî Ersozan re dabû destpêkirin li Bakur, Başur, Rojhilat û herî dawî li Rojava berdewam kir.
Di xeta Çapemeniya Azad de şer, jiyana gelên Kurdistanê, rastiyên têkoşîn û berxwedanê ji raya giştî ya cîhanê re ragihand.”
DFG’ê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir bîranîn û mîrateya Seyîd Evran wê di têkoşîna mezin a gelê Kurd de bijî.
Peyama dawî ya seyîd evran: ez heta nefesa xwe a dawî têkoşiyam