Senarîstên Hollywoodê gireva xwe bi dawî kirin

Senarîstên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştî 5 mehan gireva xwe bi dawî kirin.
Sendîkayê ragihand ku wan bi rêveberên studyoyê re lihevkirinek demkî pêk anîne.

Komeleya Nivîskarên Amerîka (WGA) diyar kir ev peyman ji bo nivîskaran destkeftîyeke watedare.

Ev greva herî dirêj e ku di dehsalan de bandor li Hollywood dike.

Ji ber grevê hilberînên piraniya fîlm û TV-yê hatibû rawestandin.

Greva 2’ê Gulanê dest pê kiribû, bi mîlyaran dolar zirar li aboriya Kalîforniyayê kir.

Di peyama sendîkayê ya derbarê peymanê de hat diyar kirin ku hêjî hûrgilî hene divê bên zelalkirin û wiha hate gotin:

“Ji îro pê ve em girevê didin aliyekê.”

Serokên şirketên Netflix, Disney, Universal û Warner Bros beşdarî danûstandinan bûn.

Heta niha jî gelek bername, di nav wan de rêzefîlmên televîzyonê yên bi binavûdeng jî hene ku ji ber nakokiyê hatin rawestandin.

Niha jî çav lê ye ku piştî hevdîtinan nûbûnek were çêkirin.

Back to top button