Atîna dixwaze peymana koçberiyê ya navbera ye-Tirkiyê bê berfirehkirin

Di nava 8 mehên despêka salê de, rêjeya koçberiya bo Yewnanîstanê ji sedî 106 zêde bûye.
Ji ber vê yekê Atîna dixwaze di mijara pêşîgirtina koçberan de, bi Enqerê re lihevkirina heyî bê berfirehkirin.

Yewnanîstan ji bo pêşîgirtina pêla koçberiya ber bi Ewropayê ve dixwaze, peymana 2016’an a navbera Bruksel-Enqerê were nûkirin.

Wezîrê Koçberiyê yê Yewnanîstanê Dîmîtrîs Kaîrîdîs diyar kir ku weke yek ji welatên ku herî zêde ji mijara koçberiyê bandor bûye, armanc “bi însiyatîfa Yewnanîstanê guhertin û berfirehkirina peymana 2016’an e.”

Kaîrîdîs ji televizyona giştî ya ERTê re got:

“Em lihevkirinê dixwazin.

Avhewa erênî ye.

Ev peyman di eslê xwe de dê bibe meseleya Ewropa-Tirkiye.

Ev meseleya Ewropa-Tirkiyê ye.”

Hat diyarkirin ku wê 7’ê Kanûnê li Selanîkê di civîna rayedarên payebilind ên Yewnanîstan û Tirkiyê de ev mijar bê nîqaşkirin.

Piştî krîza koçberan a sala 2015’an, welatên YE peymanek îmze kiribûn ku tê de hate destnîşankirin ku Enqere bi taybetî welatiyên Sûriyeyê li axa Tirkiyê bihêle.

Hate diyarkirin ku ji 6 milyar euro fona ku wê demê dabûn Tirkiyê, hinek nehat teslîmkirin.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis û Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan vê hefteyê li New Yorkê hatin cem hev.

Li Yewnanîstanê îsal hatina koçberan zêde bû.

Li gorî wezaretê, di 8 mehên destpêkê yên salê de, bêtirî 18 hezar derbasî xaka welat bûne.

Ev jimar li gorî sala 2022’an ji sedî 106 zêde bûye.

Back to top button