Ermenî Qerebaxê vale dikin!

Piştî êrişa hovane ya Azerbeycanê li ser Qerebaxa Çiyayî, bi hezaran kes koçber dibin.
Jimara kesên ji herêmê koçberî Ermenîstanê bûyîn, 3 hezar derbas kir.

Piştî operasyona leşkerî ya Azerbaycanê li dijî Qerebaxê, jimara kesên ji herêmê derbasî Ermenîstanê dibin, gav bi gav zêde dibe.

Jimara Ermeniyên ji Qerebaxa Çiyayî derketîn nêzî 3 hezarî bû

Hikûmeta Ermenîstanê ragihand ku li gorî saeta herêmî saet 05.00’an jimara kesên ku ji Qerebaxa Çiya xwe gihandine Ermenîstanê 2 hezar û 900 derbas kiriye.

Ermeniyekî bi navê Grîgoryan piştî ku li bajarê Gorîsê bi rêya Korîdora Laçîn a ku Qerebax û Ermenîstanê biheve girêdide derbas dike, ji nûçegihanê ajansa Reutersê re wiha dibêje;

“Me çi ji destê me girt û çû.

Em nizanin em diçin ku derê.

Cihê ku em herin tune ye.”

Şêwirmendê rêberê rêveberiya cudaxwaz li Qerebaxê David Babayan, di daxuyaniyekê de ji Reutersê re ragihand ku Ermeniyên li vê herêmê naxwazin di bin desthilatdariya Azerbaycanê de bijîn û ji paqijkirina etnîkî ya muhtemel ditirsin.

Babayan got,

“Gelê me naxwaze bikeve nava Azerbaycanê.

Ji sedî 99,9 tercîh dikin ku xaka xwe ya dîrokî biterikînin.”

Ji êrîvanê amadekariyên pêşwazîkirina 40 hezar malbatên Ermenî tê kirin

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan jî dubare kir ku ew amade ne ermeniyên ku tê çaverêkirin ji Qerebaxê derkevin qebûl bikin.

Paşînyan balkişand li ser qirkirina etnîkî ya li Qerebaxê û got:

“Eger ji bo ermeniyên li Qerebaxê mekanîzmayên bi bandor neyên avakirin ev yek wê bibe sedema valakirina herêmê.”

Wî diyar kir ku ew ê bi kêfxweşî pêşwaziya birayên xwe yên li Qerebaxê bikin.

Paşînyan beriya niha gotibû, ermeniyên li Qerebaxê li malên xwe bimînin baştir e, lê ji bo 40 hezar malbatan cih amade kirine.

19’ê Îlonê Azerbeycanê li dijî herêma Qerebax a Çiyayî êrişek nû da despêkirin.

Êrişa ku 26 saetan dewam kir de, hêzên li herêmê şert û mercên Azerbeycanê pejirnadin.

Vê yekê bi xwere plana Bakû ya guhertina demografiyê pêk anî.

Her çiqasî Azerbeycan îdia dike ku wê mafê Ermeniyan were parastin jî lê welatiyên li herêmê vê yekê qet bawer nakin.

Azerbeycan ji bo Ermeniyên çek danîn plana efûyê dike

Back to top button