Azerbeycan li herêma Qerebaxa Çiyayî oparasyon pêk tîne: Bi dehan kes mirin

Azerbeycanê careke din xwe li herêma Qerebaxa Çiyayî xweş kiriye.
Artêşa Azerî bi hovane êrişî herêmê dike.
Heta niha zarok jî di nav de, 27 kes mirine, bêtirî 200 jî birîndar bûne.
Tevî bangên ji qada navnetewî yên bo rawestandina êrişê, li herêmê êriş didome.

Azerbaycanê ragihand ku duh danê sibê li herêma Qerebaxê dest bi operasyona leşkerî kiriye.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê bi daxuyaniyekê ragihand ku oparasyona wan bi serketî didome.

Rêveberiya Bakûyê ragihand ku heta ermeniyên cudaxwaz teslîm nebin wê operasyona “dijî terorê” bidome.

Berpirsê mafê mirovan yê “Komara Qerebaxa Çiya” ku ji aliyê civaka navneteweyî ve nayê naskirin Gegam Stepanyan ragihand ku di encama bombebarana leşkerên Azerbeycanê de herî kêm 27 kes mirine.

Stepanyan diyar kir ku di nava kuştiyan de 3 jin, 2 zarok û 2 zilam hene.

Her wiha bêtirî 200 kes jî birîndar bûne.

Stepanyan dibêje bêtirî 7 hezar kes bu cihên ewle hatine veguhestin.

Ji Rûsya û Neteweyên Yekbûyî banga “dawîkirina şer”

Civaka navneteweyî ji ber ku aloziya li herêmê veguhere şerê çekdarî bifikare.

Rûsyayê bang li aliyan kir ku dawî li şer bînin.

Di daxuyaniya xwe ya îro saetên siharê dayî de, Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê banga dawîanîna aloziya li Qerebaxê kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di daxuyaniya xwe ya bi rêya berdevkê xwe de daxwaz kir ku “demildest dawî li şer bên.

Şert û mercên azerbaycanê

Azerbeycan ji bo dawî anîna şer, şertê ku cudaxwazên Ermenî yên li herêmê hemû çekên xwe dînin, deshilata nerawa bidawî û ala spî rakin dike.

Xwepêşandêran daxwaza îstifakirina paşînyan kirin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dibêje “operasyona hêzên bejayî” yên Azerbaycanê bi armanca “paqijkirina etnîkî” ya li dijî ermeniyên li herêmê ye.

Wezareta Karê Derve ya Ermenîstanê jî bang li leşkerên Rûsyayê yên li Qerebaxa Çiyayî kir ku “êrîşa Azerî” rawestînin.

Şevê din li paytexta Ermenîstan Êrîvanê li dijî Paşîniyan xwepêşandan hatin lidarxistin.

Xwepêşanderan bi îdiaya ku wî nekariye Qerebaxê biparêze, îstifa Paşînyan xwestin.

Ji 1990’î ve li herêma qala mijarê, di navbera herdû welatan de alozî heye.

Herî dawî di Îlona 2020’an de ji ber şerê pêk hatî, Êrîvanê ji sedî 70 xaka li herêmê ji dest da.

Di encama peymana agirbestê ya hat îmzekirin de hêzên aştiyê yên Rûsyayê li herêmê hatin bicihkirin.

Back to top button