Mazlûm Ebdî: Birayê Ehlam Elbeşîr di nava çeteyên Tirkiyê de hene

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratî QSD’ê Mazlûm Ebdî ji rojnameyeke Erebî re axivî.
Mazlûm Ebdî diyar kir belge di nava destên me de hene ku birayê Ehlam Ebeşîr ya teqîna li Stembolê pêk anî di nava çetên dewleta Tirk de hane her wiha têkiliya wê jî bi çeteyên DAIŞ’ê re heye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratî QSD’ê Mazlûm Ebdî ji rojnameya El Nehar a Lûbnanî re axivî.

Girêdayî mijara teqîna li Stembolê Mazlûm Ebdî anî ziman ku belege di nava destên wan de hene ku têkiliya Ehlam Elbeşîr bi çeteyên DAIŞ’ê re heye û ev yek diyar kir:

Birayên wê jî di nava komên ser bi Tirkiyê de ne. Em dikarin belgeyên li ser vê yekê jî bi amadebûna komîteyeke navdewletî eşkere bikin.”

Mazlûm Ebdî: Ger êriş dewam bikin em ê nikarîbin cihê girtiyên DAIŞ kontirol bikin

Her wiha di derbarê reva çeteyên DAIŞ ji zindanan û kampa Holê jî Mezlûm Ebdî got:

“Me têkoşîna xwe ya dijî rêxistina DAIŞ’ê isbat kir lê heger êrişên dewleta Tirk li ser herêmê berdewam bike, em ê nikarîbin çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgeh û kampan de kontrol bikin.

Di bersiva pirsa gelo çima Tirkiye herdem we bi terorê tewanbar dike jî Fermandarê QSD’ê got:

“Desthilata Erdogan kê bixwaze, navê terorê li wan dike..

Çalakvan, rojnamevan, zanyar, lîzerên fotbolê û hiqûaqnasên xwe jî, ji ber ku li gorî siyaseta wî tevnagerin, wan bi terorê tewanbar dike.

Karê me yê yekemîn parastina gel li dijî terora ku em pê re rû bi rû ne ye.”

Her wiha li ser pirsa armanca Tirkiye ji operasyona leşkerî li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, Ebdî got:

“Armanca Tirkiye pir zelal e. Ew jî tinekirina Kurdan û têkbirina Rêveberiya Xweser ku ji aliyê tevahî şêniyên herêmê ve hatiye avakirin .

Tirkiye di her kêliyê de hewl dide aramiya li herêmê têk bibe.

Têkiliya vê operasyonê bi teqîna li Stenbolê re heye.

Ev her du jî pilanên Erdogan in.

Wan ev hincet derxist û wan bi xwe jî bawer kir.

Ew niha êrîşî binsaziya herêmê dikin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratî QSD’ê Mazlûm Ebdî di dawiyê banga avakirina komîteyan ji bo belgekirina zerarên ku topbarana Tirkiye gihandin herêmê kir.

Back to top button