
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni serdana paytexta Iraq, Bexdayê kir. Meloni ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazî kirin.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni li Bexdayê ye.
Meloni dema gihiştî Bexdayê ragihand ku bê hebûna Iraqek bi hêz, li Rojhilata Navîn aramî pêknayê.
Her wiha da zanîn ku ragihandina betlaneya fermî ya 25’ê Kanûnê nîşaneya rêzgirtina ji bo Xiristiyanan e.
Meloni ji aliyê Sûdanî ve hate pêşwazîkirin.
Lîderan piştî civînê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Di daxuyaniya lîderan de îşaret bi alîkariya hevbeş ya li ser mijarên cuda cuda yên di berjewendiyên her du welatan de hate kirin.
Meloni bi leşkerên NATO yên li Iraqê re civiya
Serokwezîra Îtalyayê Meloni piştre serdana leşkerên welat yên li Iraqê kir.