“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê têkoşîn bê xurtkirin”

Li gelek navendan Nobetên Edaletê dewam dikin.
Welatiyên tevlî Nobetên Edaletê bûn diyarkirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo pêwiste têkoşîn bê xurtkirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî dewam kir.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin di roja 43’an de ye.

Nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û rêxistinên bajar û navçeyanên DEM Partiyê û gelek welatî serdana nobetê kirin.

51 rojin bi heman armancê xizmên girtiyan li Amedê jî di çalakiya Nobeta Edaletê de ne.

Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser tecrîdê û diyar kirin ku divê Nobeta Edaletê bê mezinkirin.

Xizmên girtiyan jî dan zanîn ku dê têkoşîna xwe bidomînin.

Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê jî 52 rojin li dar e.

Dayikên Aştiyê çalakî domandin û rêveber û endamên komeleyan jî piştgirî dan.

Her wiha çalakiyek ku bi ya Edeneyê re hemwext hatî despêkirn ya li Mersînê ye.

Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên komeleyê û gelek welatiyan piştgirî dan çalakiyê.

Çalakiya nobetê ya li Wanê jî di roja 51’an de bi biryardarî didome.

Meta girtiyê nexweş Emîn Kurban ku 30 sal in girtî ye, Feyruz Sungur di çalakiyê de axivî û grevên birçîbûnê û Nobetên Edaletê silav kir.

Sungur anî ziman ku heta zilim bi dawî nebe wê çalakiyên xwe bidomînin.

Dayikên Aştiyê yên tev li nobetê bûn jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fanêle resandin.

Li Mêrdîn û Îzmîrê jî heman piştevanî û israra di armanca çalakiya Nobeta Edaletê de hebû.

Grevê birçîbûnê li girtîgehê Kurdistan û Tirkiyeyê di roja 59’de ye

Back to top button