Biden: Pêwistiya demokrasiyê bi lîdern heye

“Civîna Bilind a Demokrasiyê” bi mazuvaniya Serokê DYA Joe Biden pêk tê di roja duyem de ye.
Biden îşaret bi binpêkirina mafê mirovan yê li seranserê cîhanê kir û got:
Pêwistiya demokrasiyê bi lîderan heye.

“Civîna Bilind a Demokrasiyê” ya ku li ser mafên mirovan ên gerdûnî û pêşxistina demokrasiyê ye, bi mazûvaniya DYA doh dest pê kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîna ku lîderên gelek welatan bi rêya vîdeo konferansê beşdar bûn de daxuyaniyek da.

Joe Biden di vîdeo-konferansa li Koşka Spî pêk anî de, ji bêtirî 100 beşdaran re axivî û bal kişand ser pêşvebirina demokrasiyê li cîhanê.

Biden diyar kir ku li çar aliyê cîhanê di warê demokrasî û mafên mirovan ên gerdûnî de pirsgirêkên bi fikar hene û wiha got:

Pêwistiya demokrasiyê bi lîderan heye.

Min xwest ez mazûvaniyê ji vê civînê re bikim, ji ber ku em jî wek her kesê din dizanin ku ji bo nûkirina demokrasiya me û bihêzkirina saziyên xwe yên demokratîk li vir li hewildanek domdar pêwist dike.

Serokê Amerîka, di axaftina xwe ya vekirinê de işaret bi nûnerê mafên mirovan yê Amerîkî John Lewis ku par mirî kir û ew wekî “parêzvanek mezin a demokrasiya Amerîkî û mafên mirovan li seranserê cîhanê” binav kir.

Biden gotinên Lewis ên sala borî “Demokrasî kiryar e, ne dewlet e” bi bîr xist.

Civîna Bilind a Demokrasiyê bi serokatiya Biden, li ser mijarên têkoşîna li dijî gendeliyê û pêşxistina mafên mirovan li cîhanê disekine.

Di nava beşdarên lûtkeyê de nunerên 77 welatan cih digrin.

Tevî nûnerên Tirkiye jî cihê xwe di civînê de digrin jî lê Serokê rejîma AKP’ê Recep Tayip Erdogan nehatibû vexwendin.

Koşka Spî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku DYA ji bo azadî û serxwebûna çapemenî, têkoşîna li dijî nelirêtî, piştevaniyên ji bo reformên demokrasî û aliyên din, wan plan kiriye ku 424,4 milyon dolara fon cuda bikin.

Civîna ku doh despê kirî, îro di roja xwe ya duyem de wê bidawî bibe.

Back to top button