James Jeffrey: operasyonên koalisyona navdewletî li Iraqê hatine rawestandin

James Jeffrey, ragihand ku Koalisyona Navdewletî operasyonên xwe yên li dijî DAIŞ’ê li Iraqê rawestandine û niha tenê hewildana parastina hêzên Amarîkî li Iraqê tê kirin.

Nûnerê Taybet yê Amerîka li Sûriyê û di Koalisyona Navdewletî de, James Jeffrey, îro ji çapemeniyê re axivî û got:

“Operasyonên Koalisyona Navdewletî ya bi serikêşiya Amerîkayê li dijî DAIŞ’ê li Iraqê hatine rawestandin.

Niha jî armanc ew e ku hêzên Amerîkî li Iraqê parastî bin.”

James Jeffrey, da zanîn Amerîka têkildarî vekişandina hêzên xwe, amade ye ku bi Iraqê re danûstanên berfireh pêk bîne.

Jeffrey, eşkere kir ku ti dewlet yên di Koalisyona Navdewletî de daxwaza vekişînê ji Iraqê nakin û diyar kir ku tê payîn xebatên koalisyonê li Iraqê bidomin.

Leave a Reply

Back to top button