Krîza S-400: NATO û Enqerê li hev nekirine

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenbger ragihand ku hê wan têkildarî mijara sîstema parastinê ya Rûs li gel Tirkiyê li hev nekirine.

Stoltenberg ê di Forman Aborî a Cîhanê (WEF) ya li Davosê de axivî û got:

Ji bo çareserkirina pirsgirêkeke ku çavkaniya peydakirina pirsgirêkan ku di bi sêwana tifaqê de bê kirin tişta ji destê me bê em ê bikin.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çawîşoglû jî îdia kir ku ji ber gefên derdor yên li ser welatê wî, wan ev sîstema S 400 kirîne.

Kirîna S-400 bi taybet di navbera Enqre û Washîngtonê de bûbû mijara nakokiyan.

Piştî kirîna vê sîstema ku rikberê herî mezin ê Amerîkayê ye û pêde rêveberiya Washîngtonê Tirkiye ji bernameya F-35’an derxistibû.

Her wiha rêveberiya Washîngton gelek caran gefa guşarên tund ji bo Tirkiyê jî dabû.

Li gel vê jî têkiliyên xwe yên bi rejîma Enqerê re jî baş girtibû.

Tê payîn ku heta Nîsana 2020’an hemû parçeyên S 400 sîstema parastinê ya Rûsî ji bo tirkiyê werin şandin.

Leave a Reply

Back to top button