Şengalî bi meşekê bêdengiya hikûmeta Iraqê şermezar kir

Bi sedan Êzîdiyên Şengalê li dijî bêdengiya hikûmeta Iraqê ya têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê meşiyan.

Meşa ku ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hate organîzekirin li dewreya Şehîd Mam Zekî dest pê kir.

Piştî gel gihişt ber avahiya Ewlekariya Nîştimanî, li ser navê girseyê heyeta ji Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hiçû û Qehtan Elî pêk dihat, bi rayedarên Iraqê re rûniştin û daxwaza gel gehandin rayedaran.

Ev daxwaz jî qedexekirina firîna balafirên dewleta Tirk li ser şengalê bû a dagirker bê qedexekirin.

Piştî hevdîtinêe şande vegeriya nava gel û nîqaşên di navbera wan û rayedaran de hatin kirin bi daxuyanek da raya giştî û wiha got:

“Dewleta Tirk di dîrokê de bi dewamî dijmintiya civaka Êzîdî kiriye.

Çawa bav û bapîrên me serî netewandin û em jî ji îro û şûn ve serî natewînin.

Tenê em ê bi berxwedanê û gelê xwe bi ser bikevin.

Di vê hevdîtinê de rayedarên Ewlekariya Nîştimanî ya Îraqê ji me re gotin em nikarin we ji êrîşên hewayî biparêzin.

Yek ji berpirsên Ewlekariya Nîştimanî ku di nava gel de amade bû, li pêşberî ragihandinê tenê got,

Em ê daxwazên we bigihînin cihên pêwendîdar.

Leave a Reply

Back to top button