Berdevka Komîsyona Jinan a KNK’ê Leyla Bîrlîk jî diyar kir PKK li Başûrê Kurdistanê be an ne be, armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.
Leyla Bîrlîk têkildarî xebat û bangên ji bo yekitiya netewî ku tên kirin destnîşan kir ku li dijî êrîşên dagirkirina xaka Kurdistanê pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji 23 Nîsanê ve li dijî Başûrê Kurdistanê dane meşandin dewam dikin.
Li gel êrişan bertek û nerazibûn jî her roja paştir zêdetir dibin.
Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) xebatên ji bo yekîtiya neteweyî tên kirin.
Berdevka Komîsyona Jinan a KNK’ê Leyla Bîrlîk derbarê geşedanên dawî û xebatên komîsyona jinan û yekitiya Netewî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî..
Leyla Bîrlîk, bal kişande ser êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û piştrastkir ku êrişa li ser xaka Kurdistanê ne operasyon e, êrişeke dagirkeriyê ye û got;
Armanca dewleta Tirk dagirkerina xaka Başûrê Kurdistanê ye. Ev dagirkerî mîna dagirkirina Efrînê ye.
Leyla Bîrlîk: Li ser zemîneke hevpar em werin cem hev
Leyla behsa giringiya Yêkitiya Neteweyî kir û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de tişta herî girîng û pêwîst Yêkitiya Neteweyî ye û divê kurd li gorî berjewendiyên xaka xwe tevbigerin û wiha dom kir:
Nêrîn û armancên partiyên siyasî çi dibe bila bibe, armanca me ew e ku em wan li ser zemînek hevpar bînin cem hev û pêşî li dagirkeriyê bigrin.
Leyla Bîrlîk: Hêza ku bikare li dijî êrîşan bisekine hêza jinê ye
Leyla Bîrlîk, destnîşan kir ku tenê hêza ku bikaribe li hemberî êrîşên dagirkeriyê bisekine hêza jina ye û ji ber wê jî pêdivî pê heye ku jin bi rêbazeke afiriner li dijî van êrîşan çareseriyê ava bikin û wiha anî ziman;
Armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina Kurdistanê ye, armanc tevahiya Rojhilata Navîn e.
Li dijî dewleta mêr, çareserî li darxistina Kongreya Jinên Neteweyî ye.
Leyla Bîrlîk: Li dijî şerê navxweyî divê têkoşîneke hevpar bê meşandin
Berdevka Komîsyona Jinan a KNK’ê Leyla Bîrlîk diyar kir ku li hemberî şereke navxweyî divê têkoşîneke hevpar bê meşandin û ev bang li jinan kir:
“Yên ku îro li Kurdistanê herî zêde êşê dikişînin jinên kurd in. Bang li jinên kurd, asûrî, ereb, ermenî û faris dikim ku em bi hev re xwedî li keda xwe ya sedsalan derkevin.