Emer Salih: Fikrê Rêber Apo Şengalê ji nû ve ava kir û Êzîdî kirin yek

Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Emer Salih û Hevseroka Encûmena Herêma Germiyan ya Tevgera Azadî Şeyma Ednan derbarê bandora fikrên Rêber Apo li ser tevahiya cîhanê axivîn û gotin:
“Fikrê Rêber Apo ji bo pirsa Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriye.
Piştî fikirê Rêber Apo di nava Şengalê de belav bû, êdî dewlet hesabê Şengalê dikin.”

Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Emer Salih têkildarî komploya navnetewî ya dijî Rêber Apo, bandora fikrên wî li ser civaka Êzidî axivî.

Emer Salih diyar kir ku eger fikir û ramanên Rêber Ocalan li Rojhilata Navîn belav bibe, wê sedî 90’ê şer bi dawî bibe û got:

“Fikrê Rêber Apo çareseriyê pêşdixe.

Ev fikir Şengalê careke din avakir û Êzîdî kirin yek.

Êdî pêwîstiya me bi ti hêzeke din nîne, em bi xwe dikarin parastina xwe bikin.

Divê civaka Êzidî ji her demê zêdetir daxwaza azadiya Rêber Apo bike.”

“Em encax bi fikrê Rêber Apo dikarin xwe biparêzin”

Salih anî ziman ku Rêber Apo dixwaze gelê Kurd û hemû gelên bindest ji bindestiyê rizgar bibin û got:

“Dewletên desthilatdar xwestin bi komployê rê li ber belavbûna vî fikrî bigirin, lê rewşeke berovajî derketiye, fikirê Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bûye.

Rêber Apo ji bo metirsiya li ser civaka Êzîdî hişyarî dabû.

Eger wê demê fikrê Rêber Apo bihata pêkanîn, wê civaka Êzîdî bikarîba li hember DAIŞ’ê li ber xwe bide.”

“Rêbertî hişt ku êdî Şengal bê naskirin”

Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê diyar kir fikrê Rêber Apo fikrekî aşitîxwaz e herkesê li dora xwe kom dike û got:

“Piştî fikirê Rêber Apo di nava Şengalê de belav bû, êdî dewlet hesabê Şengalê dikin.”

Şeyma Ednan: Fikrê Rêber Apo ji bo gelek pirsgirêkan çareserî ye

Her wiha Hevseroka Encûmena Herêma Germiyan ya Tevgera Azadî Şeyma Ednan jî derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo de axivî û got:

“Ji ber ku fikrê Rêber Apo ji bo pirsa Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriye, welatên emperyal tecrîd girankirine.

Tevî CPT serdana Îmraliyê kir, lê heya niha derbarê jiyana Rêber Ocalan de, ti agahî parvenekiriye.”

“Dewleta Tirk azadiya Rêber Apo weke dawiya sîstema xwe dibîne”

Di dewama axavtina xwe de Şeyma Ednan destnîşan kir ku dewleta tirk ji fikrê Rêber Apo ditirsin û azadiya wî weke dawiya sîstema xwe dibîne û wiha domand:

“Pêwîste hemû gelên azadîxwaz, ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo bikevin nava liv û tevgerê.”

Li Fransayê meşa 3 rojan di roja 2’an de dewam dike

Back to top button