Çalakiya grevê ya li girtîgehan di roja 226’an de didome

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên dewleta Tirk, bi biryariyeke xurt didome. Çalakî bi koma 46’emîn di roja 226’an de ye.

Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ku bi koma 46’emîn dewr girt di roja 226’emîn de dewam dike.

Çalakiya li Mexmûrê di roja 205’emîn û ya li Kampa Lavrîo ya Yewnenistanê jî di roja 188’emîn de didomin.

Li girtîgeha Panosê gardiyanan gefa mirinê li girtiyên jin dixwin

Di 23’yê Hezîranê de xizmên girtiyên di Girtîgeha Panos a Tîpa L’yê de ragihandibûn 30 gardiyanên zilam êrîş birine ser girtiyên jin û li wan xistine.

Birayê Zozan Kabîşen a girtî Lokman Kabîşen, anî ziman ku xwişka wê bi birîndarî xistine hucreyeke yekkesî û bi mirinê gef li xwişka wî û girtiyên din hatiye xwarin û got;

Gardiyanan ji girtiyan re gotine ‘Ev der sergoyê me ye. Dilê me çawa bixwaze em ê wisa bikin. Em dikarin niha vê kêliyê we bikujin û têxin bin betonê.’

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan standek danî

Li aliyekî din Meclîsa Jinan a Rojbîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah 0calan standa ku raman, felsefe, tez û projeyên Rêber Ocalan dide nasî danîn.

Jinan daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirin û li dijî êrîşên qirkirin ên bi destê dewleta Tirk a li Kurdistanê banga piştevaniyê li gelê Kurd kirin.

Her wiha pirtûkên Rêber Ocalan ên Konfederalîzma Demokratîk, Netewa Demokratîk, Şoreşa Jinê, Şer, Aştî û pradîgmaya Ocalan ên bi Elmanî li kantona Aaraûyê ya Swîsreyê hate belavkirin.

Back to top button