Li Digura Şengalê parêznameyên Rêber Apo hatin nirxandin

Di çarçoveya pêngava xwendina pirtûkên Rêber Apo de duh li komalgeha Digurê ya Şengalê civînek hat lidarxstin û pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin û nirxandin.
Endamê Meclisa Digurê Dexîl Şengalî ku tevlî civînê bibû diyar kir ku mayîna Rêber Apo di nava çar dîwaran de bê edaletiye û got:
“Civaka Êzidî ya ku rastî 74 fermanan hatiye, niha bi saya felsefeya Rêber Apo xwe bi rêve dibe.”

Roja 21’ê Çile bi dirûşmeya ‘Parêznameyên min li kuderê bin, ez li wirim’ pêngava xwendina pirtûkên Rêber Apo hate destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de duh li komalgeha Digurê ya Şengalê bi armanca xwendina pirtûkên Rêber Apo civînek hat lidarxistin.

Civîn bi amadebûna endamên hemû sazî û destgehên Rêveberiya Xweser ên herêmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre ramanên Rêberê Apo hatin guhdar kirin.

“Civaka Êzidî bi saya felsefeya Rêber Apo xwe bi rêve dibe”

Endamê Meclisa Digurê Dexîl Şengalî diyar kir ku ew dixwazin fikrê Rêber Apo di nava tevahiya civaka xwe de berbelav bikin û got:

“Civaka Êzidî ya ku rastî 74 fermanan hatiye, niha bi saya felsefeya Rêber Apo xwe bi rêve dibe.”

Dexîl Şengalî anî ziman ku bê edaletiye kesekî wek Rêber Apo ku hemû jiyana xwe ji bo mirovahiyê veqetandiye niha di nava çar dîwaran de ye.

Dexîl Şengalî di daxwiya axaftina xwe de anî ziman ku weke civaka Êzidî ji bo azadiya Rêber Apo ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Enternasyonalan piştgiriya pêngava ‘100 hezar kartan’ kir

Back to top button