Piştî salekê, hikûmeta Şamê cara yekem deverên DAIŞ’ê bombebaran kirin

Piştî salekê, careke din hikûmeta Şamê dest bi hedefgirtina deverên çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Hemayê kir.

Balafirên şer ên hikûmeta Şamê deverên çeteyên DAIŞ’ê li derdora riya Etriya-Xenasir a li rojhilatê Hemayê bombebaran kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ev nêzî salekê bû ku balafirên hikûmeta Şamê deverên DAIŞ’ê li Hemayê topbaran nekiribûn.

Êrîşên asîmanî yên ser deverên DAIŞ’ê li Hemayê tenê ji aliyê balafirên Rûsyayê ve pêk dihat.

Her wiha Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di 24 saetên dawî de balafirên Rûsyayê zêdeyî 25 êrîşên asîmanî li çolistana Sûriyê pêk anîne.

 

Back to top button